Platforma Yekîtiya Kurdên Rojava ji bo çareseriyê banga diyalogê kir

Platforma Giştî ya ji bo Yekitiya Kurd li Rojavayê Kurdistanê têkildarî aloziya ku li Başûrê Kurdistanê derketiye û hewldanên PDK`ê yên afirandina şerê birakujiyê, helwesta xwe diyar kir û got “Erka me hemûyan e ku nehêlin li Kurdistanê kes bibe sedema windakirina nirxên me.”

Platforma Giştî ya ji bo Yekitiya Kurd li Rojavayê Kurdistanê jî têkildarî aloziya ku li Başûrê Kurdistanê derketiye daxuyaniyek da.

Platformê diyar kir ku erka wan hemûyan e ku nehêlin li Kurdistanê kes bibe sedema windakirina nirxên wan.

Platformê bang li rêberên Kurd kir ku ji bo rêzgirtina li ser xwîna şehîdên ku ji bo azadî û yekitiyê canê xwe daye, destwerdanê bikin û vegerin diyalogê.

Platformê ji bo çareseriyê jî ji bo aliyan ev pêşniyar kir:
– Divê li ser ragihandinê ti alî şerê navxweyê sor neke.

– Divê alî dest ji hemû cûre şîdetê berdin .

– Em wek platforoma yekîtî ya Kurdên li Rojava ji bo aramî û dîyalogê dikarin vê berpirsiyariya dîrokî bigrin ser milên xwe.

– Ji bo dawî anîna vê aloziyê divê komîteyeke navbeynkar a kurdî were avakirin.

-Dewsa tercîhkirina berjewendiyên şexsî, hizbî dêvê em mêrxasiya xwe ji bo parastina berjewendiyên doza kurdî nîşan bidin.

Back to top button