Misir: Divê şerê li dijî komên terorîst li Sûriyê berdewam bike

Wezîrê Karên Derve yê Misirê Samih Şikrî got, divê şerê li dijî komên terorîst li Sûriyê berdewam bike û banga çareseriya siyasî ji bo welêt kir.

Nûnerê taybet ê Netewên Yekbûyî Geir Pedersen serdana paytexta Misir Qahîrayê kir û bi Wezîrê Karên Derve yê Misirê Samih Şikrî re civiya.

Samih Şikrî bal kişand li ser girîngiya dîtina çareseriyekê ji bo aloziya Sûriyê.

Şikrî got ku pêwîste li hember komên terorîst têkoşîn bê kirin û derbarê şandina çeteyan ji bo deverên aloz ên li cîhanê hişyarî da.

Samih Şikrî destnîşan kir ku Misir ti guhertineke demokrafîk a bi darê zorê li Sûriyê qebûl nake.

Ebû El-Xeyt: Pirsgirêkên li Sûriyê ji hêza komîteya destûrî mezintir e

Her wiha Geir Pedersen serdana navenda Komkara Erebî ya li Qahîrayê kir û bi Sekreterê Giştî yê Komkarê Ehmed Ebû El-Xeyt re civiya.

Ehmed Ebû El-Xeyt diyar kir ku aloziya Sûrî wê bi riyên leşkerî çareser nebe û got ku pirsgirêkên li Sûriyê ji hêza Komîteya Destûrî ya Sûrî mezintir e.

Ebû El-Xeyt got ku divê hemû Sûrî metirsiya berdewam rewşa aloz nas bikin û hewil bidin ku bigihêjin çareseriyekê mayînde.

Back to top button