ÇALAKIYA NASIR YAGIZ DI ROJA 91’AN DE YE

Berxwedana çalagerên greva birçîbûnê li başurê Kurdistanê jî berdewam dikin.

Çalakiya Nasir Yagiz tevî rewşa tendurstiya wî ya nebaş jî di roja 91’ê de ye.

Her wiha çalakiya Fedîla Tok jî bi bryardarî di roja 31’an de ye.

Çalakiya endamê nûnertiya HDP’ê ya li başurê Kurdistanê Nasir Yagiz di roja 91’an de berdewam dike.

Tevî rewşa tendrustiya Yagiz ya xirab jî lê dîsa bi israr e ku çalakiya xwe bidomîne.

ÇALAKIYA FEDÎLE TOK DI ROJA 31’AN DE YE

Her wiha berxwedana Endama Koordînasyona Meclîsa Îştarê Fadîle Tok jî di roja 31’an de ye.

Fadîle Tok ku ev 31 roj in çalakiya xwe didomîne û dibêje ku heta tecrîd ranebe, ew ê çalakiyê bidomîne.

Di vê navberê de her roj rewşa tenduristiyê yê Fadîle Tok tê kontrol kirin

Bijîjk Bapîr Yildiz derbarê rewşa tendirustî ya Fadîle de agahî da û got:

“Pirsgirêkên Fadîle yên wekî tansiyon, kîlo, di laşê wê de liv û tevgera xwînê, gêjbûn, bêtaqetî, zehmetiya di pêkanîna pêdiviyên şexsî de hene”.

Yildiz da zanîn ku Fadîle bi tu şêweyî tedawiyê qebûl nake.

Leave a Reply

Back to top button