Çeteyên Tirkiyê ajokarên li ser rêya M4 lêdan û talan kirin

Hejmarek ajokarên kamyonên bazirganiyê li ser rêya M4 a ku qaşo Rûsya parastina wê dike, ji aliyê çeteyên Tirkiyê ve lêdan xwarin û hatin talankirin.

Tevî ku hêzên Rûsyayê ji bo parastina sivîlan li ser rêya M4 a di navbera herêma Firat û Cizîrê de ye, îro ajokarên kamyonên bazirganiyê ji aliyê çeteyan ve hatin kutan û pereyên wan dizîn.

Bûyer li nêzî gundê Rîhaniya Begara yê 1 km dikeve rojavayê depoyên genim ên Alyayê rû da.

Ajokarên bi navên Ehmed El-Kiwêdî, Raxib El-Mihemed û Mihemed El-Ehmed vê yekê piştrast dikin.

Ajokaran diyar kirin ew di nava konvoya ku hêzên Rûsyayê (Garantor) bi rêve dibir û parastina wê dikir de bûn, dema ku ji navçeya Eyn Îsayê diçûn navçeya Til Temirê li beramberî gundê Rîhaniya Begara ya dagirkirî de hatin dizîn.

Ajokaran gotin, dema ku erebeyan Rûs li pêşiya kerwanê erebeyan sivîlan bi lez diçû, komeke çeteyên Tirkiyê ew lêdan kirin, heqaret kirin û hemû pereyên bi wan re dizîn.

Ajokar Mihemed El-Ehmed dibêje: “Hêzên Rûsya li pêşiya kerwan bi lez diçû, erebeyên me ji dagirtî bûn, me nedikirî lez kiriba. Dema em gihaştin beramberî gundê Rîhaniyê du kesên rûgirtî biçek li ser rê em sekinandin, yekî nasnameya min xwest, piştî ku min daye, ez ji erebeyê daxistim û li pêşiya kurê min ê biçûk li min da, hemû pereyê min ji min standin  ku bi qasî 700 hezar lîreyên Sûrî bû. Wisa li hevalên min ên din ên ajokar kirin.”

Ajokaran di dîmen de diyar kirin ku piştî bûyerê wan hêzên Rûs agahdar kirin, lê hêzên Rûsî girîng neda vê yekê.

Back to top button