Li Efrîna dagirkirî, dagikeran 2 kes ji navçeya Recoyê revandin.
Istixbarata dagirkeriya Tirk bi tawanên na rast 2 sivîl bi navê Mihyedîn Reşîd Îbo (70) û Zekeriye Heyder Şêx (50) yên ji gundê Qude yê navçeya Raco revandin.
Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê – Sûriyê ragihandibû ku 22’ê Cotmeha derbasbûyî, ji bo standina fidyeyan dagikeran 10 sivîl ji gundê Qude revandibûn.
Li gorî heman Rêxistinê, çeteyan di nava mehekê de, jê zarokek 4 sivîl kuştin û 120 sivîl jî revandin.