Nadine Menza: Ji bo parastina herêmê divê Rêveberya Xweser bê naskirin

Cîgira Serokê Komseriya Amerîkayê ya Azadiya Olan a Navneteweyî Nadine Menza ligel Meclisa Leşkerî ya Suryan kongreyeke çapemeniyê li Til Temirê li dar xist. Nadîne banga naskirina Rêveberiya Xweser kir ku ew tekane çareserî ji bo parastina herêmê ye. Berdevkê Meclisa Leşkerî ya Suryan Aram Hena jî teqez kir ku civîn bi giştî erênî bû û şandeyê di hemû aliyan de piştgiriya xwe nîşan da. 

Cîgira Serokê Komseriya Amerîka ya Azadiya Olan a Navneteweyî Nadine Menza ligel Meclisa Leşkerî ya Suryan kongreyeke çapemeniyê li navçeya Til Temirê li dar xist.

Nadîne Menza diyar kir ku tevî hemû peymanên navnetewî yên girêdayî agirbestê, êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê li ser herêmê dewam dikin

Nadine metirsiya êrîşên dagirker li ser xelkên gundên Xiristiyên navçeyê nîşan da, ku ev yek rê li ber koçkirinê vekiriye.

Cîgira Serokê Komseriya Amerîkî, çeteyên DAIŞ û yên Tirkiyê ji hev cuda nekir, ku sûcên dikin heman in.

Her wiha piştrast kir jî ku ew ê sûcên dewleta Tirk û çeteyên wê li herêmên dagirkirî ji raya giştî ya cîhanê re eşkere bikin.

Bal hat kişandin ser projeya Rêveberiya Xweser û hewldanên têkbirina wê ji hin aliyan ve.

Nûnera Amerîkî dibîne ku çareseriya herî guncaw, naskirina Rêveberiya Xweser bixwe ye.

Têkildarî ewşa koçberên Serê Kaniyê yên li kampa Waşûkanî jî Nadine xemgîniya xwe anî ziman, ku bi rastî pêwîstiya wan bi alîkariyê heye.

Cîgira Serokê Komseriya Amerîka ya Azadiya Olan a Navneteweyî Nadine Menza got:

Em ê fişarê li hikumeta Amerîkayê bikin da Tirkiye ji herêmên dagirkirî derxîne û hebûna Rêveberiya Xweser di çareseriya siyasî ya Sûriyê de misoger bike.

Em ê hemû hewldanan bikin da Amerîkayê hevkariya xwe bi Rêveberiya Xweser û Hêzên Sûriya Demokratîk re bidomîne.

Ji aliyê xwe ve, Berdevkê Meclisa Leşkerî ya Suryan Aram Hena teqez kir ku civîn bi giştî erênî bû û şandeyê di hemû aliyan de piştgiriya xwe nîşan da.

Back to top button