Endamên rêveber ên bajarên Reqa û Dêra Zorê diyar kir ku rakirina pergala hevserokatiyê, şerê li dijî îdeolojî û nirxên têkoşîna li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye. Endaman teqez kir ku ti projeyên herêm û pergalên wan dikin armanc, bi carekê nayên qebûlkirin.
Ev demek e partiyên Kurdî di nava hewldanên avakirina yekîtiya Kurdî de ne.
Dema ev proje gihişt asteke baş, ENKS’ê pergala hevserokatiyê red kir.
Gelên herêmê li dijî vê yekê, bertek û nerazîbûnên xwe nîşan da û herî dawî
endamên rêveber ên bajarên Reqa û Dêra Zorê nerînên xwe bi par ve kirin.
Endama Weqfa Jinên Azad a di Rêveberiya Jinan de Meysûn Mihemed da zanîn ku hevserokatî cewhera jiyana civakî ye û bi serkeftinên jinan hatiye bidestxistin.
Meysûn dibîne ku rakirina pergala hevserokatiyê, şerê li dijî îdeolojî û nirxên têkoşîna li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye.
Endama Meclisa Sivîl a Reqayê Nadiya El-Casim jî diyar kir ku ev sîstem ne tenê ji bo Kurdan e, lê belê Ermen, Çerkez û Ereban jî tevlî bûn da li ser pêkanîna nirxê jiyana hevbeş bixebitin.
Her wiha Endama Rêveberiya Jinan a Dêra Zorê Hiyam Ehmed der barê vê daxwazê de axivî û got:
Ev herêm li seranserî cîhanê bûye mînak, em projeyên ku herêm û pergalên me dikin armanc, qebûl nakin.”
Endamên rêveber ên bajarên Reqa û Dêra Zorê di dawiyê de banga hevgirtinê li hember sûc û planên dagirkirinê li hemû pêkhateyan kir.