Tifaqa Kurdistanî: Diyalog rêya çareseriyê ye

Komxebata Tifaqa Kurdistanî bal kişand ser êrîşên li Başûrê Kurdistanê û anî ziman ku dema yekîtî û parastina destketiyan hatiye.

Partî û rêxistinên Komxebata Tifaqa Kurdistanî bi daxuyaniyekê diyar kir ku “Gelê Kurd, bi sedê salan e, bi komkujî û koçberiyê re rû bi rû maye, bedêlên giran daye û tevî van jî, dev ji têkoşîna bidestxistina mafên xwe yên neteweyî bernedaye.”

Partiyan îşaret bi girîngiya diyalogê kir, ku divê rê li ber pevçûna Kurdan bê girtin, ji ber ev tenê wê li xweşiya dagirkerên Kurdan bê.

Partî û rêxistinên Komxebata Tifaqa Kurdistanî teqez kir ku êdî roj roja yekîtiya neteweyî û parastina destkeftiyan e.

Back to top button