Li Urmiyê kolberek hat kuştin û 2 jî birîndar bûn

Hêzên rejîma Îranê li Çaldiranê bi awayekî hovane kolberek kuşt û li 2 herêmên din jî 2 kolber birîndar kirin. 

Li gorî nûçeya Kolbernewsê, duh êvarî hêzên rejîma Îran li Herêma Çaldiran li parêzgeha Urmiyeyê ve, êrîşî komek kolber kir.

Li gorî agahiyan, kolberê bi navê Hesen Delayî Mîlan (38) ê xelkê gundê Qaşqablax ketiye destê hêzên Îranê û pişt re ji aliyê çekdarên rejîmê ve bi awayekî hovane hatiye kuştin.

Hat ragihandin ku cihê 5 guleyan li laşê Hesen diyar bûbû û malbatê ji rayedaran cenazeyê kurê xwe xwestiye, lê heya niha radestî wan nekirine.

4’ê Mijdarê jî, li herêma Nesud li parêzgeha Kirmaşan, kolberê bi navê Sîna Kerem bi giranî birîndar bû.

Êrîşên rêjîma Îranê li dijî kolberan berdewam in û jiyana van kolberan ji ber van êrîşan her di metirsiyê de ye.

Back to top button