DYA..Jimartina dengan ber bi dawiyê ve diçin

Ji 4’ê Mijdarê ve li DYA’yê jimartina dengan dest pê kiriye û her kes li benda encama dawî ye.. Ne tenê li DYA’yê; ji kêliya ku jimartin dest pê kiriye û heta niha li ser asta cîhanê şopandinek berbiçav heye. 

Her çi qas namzetê demokratan Biden nêzî serkeftinê bûbe jî, lê jimartin û encamên dawî eşkere nebûne.

Heta niha Biden 264 deng û Trump jî 214 deng bi dest xistine.

Tevî coş û hêrsa welatiyên Amerîkayê, gotar û daxuyaniyên her du namzetan jî kêlî bi kêlî tên dayîn û her yek ji wan xwe weke namzetê serketî nîşan dide.

Herî dawî Trump bi twîttekî got: ” Heger dengên qanûnî werin hesibandin, ez ê bi hêsanî bi ser bikevim.”

Paşê yekser Biden axivî û tekez kir yê di hilbijartinan de bi ser bikeve, ew e.

Biden ji welatiyan xwest heta bidawbûna jimartina dengan û eşkerekirina encaman aram bimînin.

Niha pêşbirkeke xurt di navbera her du namzetan de, li holê ye û alîgirên her yekî ji wan jî li benda serkeftina namzetê xwe ne.

Back to top button