ILHAM EHMED: DIVÊ WELATÊN ROJAVAYÎ ERKA DARIZANDINA ÇETEYÊN GIRTÎ BIDIN SER XWE

Seroka Meclisa Rêveber a MSD’ê têkIdarî rewş çeteyên girtî û parstina sînor ji 2 rojnameyên Birîtanî axivî.

Ilham Ehemd diyar kir, divê welatên Rojavayî erka dari-zandina van çeteyan bidin ser milê xwe û got,

“Eger êrîşek çêbibe dibe ku em nikaribin kontrola çeteyan bikin.

Ji bo ewlehiya herêmê jî, hêzeke çavdêriyê dikare li ser sînor were bicihkirin.”

Seroka Meclisa Rêveber a MSD’ê Ilham Ehmed têkildarî çeteyên DAIŞ’ê yên girtî û malbatên wan bersiv da pirsên nivîskarê rojnameya ” Dely Telegraph” a “Birîtanî.

Ilham Ehmed îşaret bi xeteriya mabûna van çeteyan li herêmê kir û wiha got;

Mabûna DAIŞ’ê li herêmên me berpirsyatiyeke mezin e.

Me ew girtin da ku nerevin, me erka xwe pêk anî.

Lê belê li gel welatên Rojavayî weke çawa girtîgeh hene, derfetên darizandinan wan di warê qanûnî de jî hene.

Niha 4 hezar jin û zarokên DIAŞ’ê yên biyanî li herêmê ne.

Gelek ji wan ji tevlîbûna nava DAIŞ’ê re ne poşman in.

Ev yek di rêbazê terbiyetkirina wan ji zarokan û çandina ideolojiya DAIŞ’ê di serê wan de zelal dibe.

Nivîskarê raporê li ser zimanê wezîrê Karê Derve yê Birîtaniyayê diyar kir ku, ew ê bi hemû derfetên xwe hewl bide nehêle kesên ji Birîtaniya hez nakin ji herêmên di bin dagirkeriya DAIŞ’ê vegerin welat.

Beriya bi çend rojan jî, Serokê Emerîka Donald Trump, hişayarî da welatên Ewropayê ku, eger welatiyên xwe nebin, wê werin berdan.

Rojnameya The Gardean a Birîtanî jî têkildarî vê mijarê bi Ilham Ehmed re hevdîtin pêk anî.

GER ÊRÎŞ ÇÊBIBE, DIBE EM NIKARIN ÇETEYAN KONTROL BIKIN

Ilham Ehmed da zanîn ku, ji 800 -900 çeteyên biyanî girtî ne û 4 hezar zarok û jinên wan li kampên penbaran in û ev hişyarî da..

“Me negotiye em ê wan serbest berdin.

Lê eger Tirkiyê êrîş bike, em ê ji bo hebûna xwe şer bikin.

Dibe ku em nikaribin van çeteyan kontrol bikin û ne dûr e herin Ewropayê.”

Derbarêvê mijarê de gelek ji perlemanteran ne-dil-rihetiya xwe ji bo qanûnên heyî nîşan dan, ji ber ku heta niha ji 360 çeteyên Birîtanî, 40 vegeriyane welatê xwe..

HÊZEKE ÇAVDÊRIYA NAVDEWLETÎ DIKARE LI SER SÎNOR BI CIH BIBE

Her wiha ji bo parstina herêmê ji gefên dewleta Tirk jî Îlham Ehmed ev pêşniya kir.

“Pêwîst e hêzeke çavdêriyê ya navdewletî li ser sînorê Bakurê Sûrî û Tirkiyê were bicihkirin.

Her wiha hewldanek Dewleta Tirk ji bo derbasbûna ji herêmê re, dagirkerî ye û wê ewlehî ne mêne.”

Seroka Meclisa Rêveber a MSD’ê Îlham Ehmed rewşa li Efrînê bibîrxist û ev tişt anî ziman,

Em li Efrînê dibînin, hewl didin çanda me qir bikin û xelkê dûrî malên wan bixin.

Dewleta Tirk komkuiyên mezin pêk anîn.

Êrîşeke din wê ji wiha zêdetir li herêmê bike.

Leave a Reply

Back to top button