Şervanên li gundewarên Babê: Ji bo parastina Sûriyê me çek rakir

Şervanên li eniyên şer ên gundewarên bajarê Babê diyar kir ku wan ne ji bo berjewendiyên dewleta Tirk, ji bo parastina Sûriyê çek rakirine.

Ji fermandarên Lîwaya Siwar Idlib a li jêr sîwana Hêzên Cebhet El-Ekrad, Mihemed Nûr axivî.

Mihemed Nûr diyar kir ku komên îdia kirin ew ji bo Îslamê şer dikin, şerê komên qebûl nekirin berjewendiya dewleta Tirk bînin kirin, lewma ew ji warên xwe yên li Idlibê hatin koçberkirin.

Ebdulkerîm Cad jî ku fermandarekî lîwayê ye got:

Dewleta Tirk xeta şoreşê ya rast berovajî kir û baweriya gelê Sûriyê bi wan dagirkeran nayê.

Cad piştrast kir ku QSD hêza tekane ye ku tevahiya gelê Sûriyê û di heman eniyê de li dijî dewleta Tirk a dagirker a ku Idlib, Efrîn û herêmên din dagir kirine, li ber xwe dide.

Back to top button