Piştî Fransayê, partiyên muxalefetê yên Almanyayê jî banga qedexikirina Tevgera Gurên Boz kir.
Perlementerên partiyê diyar kir ku tevgera Gurên Boz li Almanyayê ‘baskê dirêj’ ê rejîma Erdogan e û tundî jî di nav de, gelek sûc li dijî mirovan kirine.
Parlamenteran ji hikumeta Alman xwest ku li dijî vê rêxistinbûnê bikeve nava liv û tevgerê.
Tevgera “Gurên Boz” rêxistiniyeke nijadperest girêdayê dewleta Tirk e û bi salan e tevlî bûyerên tundiyê bûye.
Vê hefteyê jî, piştî bûyerên kuştin û gefxwarinê, hikumeta Fransî fermî ev tevger li welatê xwe qedexe kir.