Dayîkên Aştiyê bang kirin ku bila şerê birakujiyê çênebe

Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê, derbarê egera rûdana şerê navxweyî û ziyanên wê li başûrê Kurdistanê, bang li Mesût Barzanî kir ku şerê birakujiyê çênebe.

Civîna çapemeniyê li navçeya Rêzanê ya Amedê hat li darxistin.

Aktivîstên TJA’yê, Endamên Meclîsa Ciwanên HDP’ê, endamên MEBYA-DER û Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê beşdarî civînê bûn.

Di civînê de endama Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê Emîne Denîz axivî.

Emîne Denîz, bang li Mesût Barzanî kir ku şerê birakujiyê bide sekinandin, diyalogê bi pêş bêxin û wiha got:

“Êdî bes e, bila şerê birakujiyê çênebe. Em aştiyeke mayînde dixwazin.

Em bang li Mesut Barzanî dikin ku Kongreyeke Netewî pêk bînin, ku hemû kurd tê de cih bigirin, destên xwe bidin dest hev ku ji dewleta Tirk re nebin amûr.

Daxuyanî bi berzkirina dirûşmeya ‘Dayik şer naxwazin, aştiyê dixwazin’ qediya.

Back to top button