Şandeya Şengalê bi berpirsên leşkerî yên Iraqê re civiya

Şandek ji Desteya Eşayîrî ya Şengalê û Rêveberiya Xweser bi berpirsên leşkerî yên Iraqê re civiya.

Şandek ji Rêveberiya Xweser a Şengalê, Nûnerê PADÊ’yê û Desteya Eşayîrî a Şengalê serdana Berpirsê Giştî yê Hêzên Iraqê yên li rojavayê Nînowa kir.

Lihevkirina navbera Hewlêr û Bexdayê hat nîqaşkirin.

Her wiha daxwaz hate kirin ku her kes ji bo xizmeta Şengalê kar bike û rê nedin ku Şengal bibe, qada nakokiyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de.

Piştre şandeyê bi berpirsê Hêzên Heşda Şebî yê Nînowayê re hevdîtin kir.

Li ser mijarên ewlekariyê û xurtkirina têkiliyên hêzên ewlakariyê yên li  Şengalê bi berfirehî nîqaş hate kirin.

Back to top button