Endama Parlamantoya Ewropayê bi berpirsên QSD û YPJ’ê re civiya

Endama Parlamantoya Ewropa (PE) Hannah Newman bi berpirsên QSD û YPJ’ê re hevdîtin pêk anî, rewşa leşkerî, ewlehî û kampên malbatên çeteyên DAIŞ’ê nîqaş kirin.

Endama Parlamantoya Ewropayê û seroka Şandeya Têkiliyên bi Nîvgirava Erebî re Hannah Newman di çarçoveya hevdîtinên xwe yên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de, vê êvarê li bajarê Qamişloyê bi berpirsê Têkiliyên Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Rêdûr Xelîl û berdevka fermî ya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) Nesrîn Abdullah re civiya.

Endama Parlamantoya Ewropayê, rewşa leşkerî, ewlehî ya herêmê, hêzên leşkerî yên biyanî yên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, rewşa kampên malbatên çete lê dimînin şopand.

Di hevdîtinê de, Rêdûr Xelîl balkişand ser çeteyên Daiş’ê û got ku çalakiyên QSD’ê yên li dijî şaneyên DAIŞ’ê berdewam in.

Berdevka fermî ya YPJ’ê Nesrîn Abdullah jî diyar kir ku di şerê hêzên leşkerî yên li hemberî terorê de gelek zehmetî hene û eşkere kir ku cîhan dosyaya çeteyên DAIŞ’ê yên li cem QSD’ê girtî ne û malbatên wan ên di kampan de paşguh kirine.

Back to top button