KCK: Daxuyaniya Amerîka arandî û dûrî ji rastiyê ye

Komîteya Pêwendiyan a KCK’ê diyar kir ku daxuyaniya Amerîkayê daxuyaniyek arandî û durî rastiyê ye.

Komîteya Pêwendiyan a KCK’ê bi daxuyaniyekê bersiva Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê da û diyar kir ku berpisyarê bûyera 4’ê Mijdarê ew vîna ku van hêzên çekdar xist tevgerê ye.

KCK’ê destnîşankir ku li şûna Amerîka banga bidawîkirina aloziyê bike, bi vê daxuyanê hewl da agirê şer geştir bike.

KCK’ê got:

“Ew daxuyaniya Amerîkayê bi temamî daxuyaniyeke arandî û ji rastiyê dûr e û li ser bingehên berevajî, nîşandana bûyeran hatiye amadekirin.

Amerîka him li hember sûcên şer ên Erdogan deng dernaxe, him jî bi piştevaniya siyaseta PDK’ê dixwaze aloziya di navbera hêzên Kurdî de kûrtir bike”.

KCK’ê bang li gelê Kurd taybetî jî xelkên Başûrê Kurdistanê kir ku li dijî şerê navxweyî dakevin qadan.

Back to top button