Komîseriya Ewropî banga vegerandina penaberên nerewa kir

Piştî zêdebûna êrîşên tundrew li Ewropayê, Komîseriya Ewropî ya Karûbarên Hindir banga vegera kesên nerewa bo welatê wan kir.

Komîsera Ewropî ya Karûbarên Hundir Ylva Johansson, weke tedbîr li dijî tundrewiyê, bang li welatên YE kir ku penaberên nerewa vegerînin welatên wan.

Wê di Senatoya Fransî de got;

“Ev veger divê bi rêya duqatkirina lihevkirinan bi welatên wan re were kirin,

Divê Komîseriya Ewropî her tiştê guncaw bo vê yekê bike, di nav de alîkariyên navdewletî, lihevkirinên bazirganî, vîsa û bernameya Ewropî ya perwerdeyê”.

Li gorî Ylva Johansson, zêdeyî 140 hezar penber bi rengekî ne qanûnî derbasî Ewropayê bûne, sala borî.

Komîsera Ewropî her wiha teqez kir ku eger ew nikaribin van kesan vegerînin, ew ê rastî tundrewiyeke zêdetir bên.

Back to top button