Nûnerê Amerîka yê taybet bi Sûriyê Jeffrey îstîfa kir

Nûnerê Amerîkayê yê taybet bi Sûriyê James Jeffrey îstîfa kir.

Jeffrey ragihand ku wî istîfaya xwe pêşkêş kiriye.

Jeffrey diyar kir ku di hilbijartinên DYE’yê de kî jî bi ser bikeve, divê polîtîkayên li Sûriyê bidome.

Tê payîn, alîkarê Jeffrey Joel Raybûrn were şûna wî.

Jeffrey berê balyozê Amerîka li Enqerayê bû û berevajî Brett McGurk ku Jeffrey hatibû şûna wî, nêzî polîtîkayên AKP’ê yên der barê Sûriyê de bû.

Back to top button