Xelkên Siûdî teqez dikin ku pêngava gelêrî ya qutkirina hawirdeyên Tirkî di meha 2. dewam dike û alîkaiyên Sûdiyê bo ziyanbînên erdheja Izmîrê ne di nav de.
Siûdiyan da xuyakirin ku ti têkiliya pêngava qutkirina malên Tirkî û şandina Siûdiyê ya alîkariyên bo Izmîrê nîne.
Pêla hêrsa Siûdiyan a şermezarkirina siyasetên Erdogan bilind bûye ku rojnamevan û aborînasan ji nû ve bangên boykotkirinê dubare kirin.
Li gorî Ajansa nûçeyan Bloombergê, hinardeyên Siûdiyê di nava 8 mehên sala 2020’an vegeriyane 1.91 milyar dolarî.
Ev yek, valabûna bazarên Siûdî ji berhemên Tirkî teqez dike.
Yekîtiya Muqawilên Tirk a Enqereyê diyar kir ku jidestdanên Tirkiyê li Rojhilata Navîn nêzî 3 milyar dolaran e.
Yekîtiyê da zanîn ku Siûdiye, di lîsteya welatên ku herî zêde degel Tirkiyê kar dikir de bû.