Li Efxanistanê ji ber teqîneke terorîstî 2 rojnamevanan jiyana xwe ji deat da

Li paytexta Efxanistanê Kabîlê, di encama teqînekê de pêşkêşvanek û nûçegihanekê jiyana xwe ji dest dan.

Li Eftanistanê sibeha îro bi wesayîta bombebarkirî teqînek pêk hat.

Pêşkêşvana Kanala Tiluh TV ya Efganistanê, Yema Siruş û nûçegihaneke heman kanalî ji ber teqînê jiyana xwe ji dest dan.

Cîgirê Serokkomarê Efganistanê Emrullah Salih, berpirsê erişê Talîban nîşan da û weke êrişek terorîstî bi nav kir.

Navenda nûçegihanên Efxanistanê, di rapora xwe ya herî dawî de eşkere kiribû ku di nava 20 salên borî de piraniya wan jin 109 rojnameger hatine kuştin.

30’ê Nîsana 2018’an di êrîşa li ser civînekê de, 26 kes hatin kuştin jê 9 kes nûçegihan û rojnameger bûn.

Back to top button