Şervanê QSD’ê Xidir El-Sultan li Şedadê hat oxirkirin

Bi sedan ji şêniyên navçeya Şedadê bi merasîmekê şervanê QSD’ê Xidir El-Sultan oxir kirin.

Şervanê QSD’ê Xidir El-Sultan dema ku li ser erka xwe bû şehîd bû.

Bi sedan ji şêniyên navçeya Şedadê ji bo oxirkirina cenazeyê şehîd li goristanê şehîdan a navçeyê kom bûn û merasîmek hat lidarxistin.

Li goristanê piştî merasîma leşkerî li ser navê Meclisa Malbatên Şehîdan û Meclisa Leşkerî ya Şedadê axaftin hatin kirin.

Kesên axivîn sersaxî ji malbata şehîd re xwestin û soza şopandina rêya şehîdan nû kirin.

Her wiha diyar kirin ku ew ê heta pêkanîana armancên şehîdan li ber xwe bidin.

Piştî axaftinan, nasnameya şehîd hat xwendin û radestî malbata wî hat kirin.

Di dawiya merasîmê de cenazeyê şehîd di nava silogan û tilîliyên dayikan de hate oxirkirin.

Back to top button