HPG: Li herêma Avaşînê 13 dagirker hatin kuştin

Gerîlayên HPG’ê li qada Govendê ya herêma Avaşînê derbeke mezin li artêşa Tirk ya dagirker dan.
HPG’ê ragihand ku di çalakiyên gerîla ya li Govendê de 13 leşkerên Tirk hatine cezakirin.
HPG’ê têkildarî bûyera 4’ê Mijdarê ya li bajaroka Çemankê ya Başûrê Kurdistanê jî diyar kir hêzên gerîla ti êrîşek pêk neaniye û ji ber buyerê xemgîniya xwe anî ziman.

Çalakiyên gerîla li dijî artêşa Tirk ya dagirker zêde dibin. Gerîla vê carê jî li herêma Avaşînê li leşkerên Tirk yên dagirker da.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser çalakiyên gerîla yên di çarçoveya “Dem Dema Azadiyê ye” û êrîşên dewleta Tirk a dagirker daxuyaniyek û ev agahî parve kir;

“4’ê Mijdarê hêzên me li dijî artêşa Tirk a dagirker ku li devera Deriyê Girana ya qada Govendê ya Herêma Avaşîn du çalakî kirin. Dagirkerên di çeperan de hatin cezakirin, çeper bi temamî hatin rûxandin.
Di vê çalakiyê de bi giştî 6 dagirker hatin cezakirin, gelek jî hatin birîndarkirin.

Heman rojê artêşa Tirk leşkerên xwe yên hatin cezakirin û birîndar bûne bi helîkopteran ji qadê rakirin, qada çalakiyê û gundê Hermûşê bombebaran kirin.

Hêzên me 6’ê Mijardarê dagirkerên ku ewlekariya rêya di navbera Boxaza Girana û Girê Xwedê yê girêdayî devera Govendê ya Herêma Avaşîn şopandin û çalakî li dijî wan hate kirin. Li vir 7 dagirker hatin cezakirin.”

HPG’ê diyar kir piştî çalakiyê di navbera hêzên gerîla û dagirkeran de şer li herêmê rûdaye û got, “Di vê çalakiya bi xurtî li dijî dagirekeran hate kirin de hevrêya me Eylem di şer de birîndar dibe. Hevrêya me ya birîndar Eylem ji qada çalakiyê tê dûrxistin, lê tevî hemû mudaxeleyan nayê rizgarkirin û şehîd dibe.

HPG’ê sersaxî ji malbata Şehîd Eylem û gelê Kurdistanê re xwest û soza geşkirina têkoşînê da.

HPG’ê diyar kir êrîşên artêşa Tirk ya dagirker li ser herêmên parastinê yên medyayê jî dewam dikin.

HPG’ê ragihand ku 4’ê Mijdarê Herêma Zapê û 6’ê Mijdarê jî Herêma Xakûrkê hatin bombebaran kirin.

Hat gotin di van bombebaranan de tiştek bi hêzên gerîla nehatiye.

HPG: 4’ê Mijdarê hêzên me ti êrîş pêkneaniye, ji ber buyerê em xemgîn in

Ji aliyê din Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî bûyera 4’ê Mijdarê ya li gundê Bêbadê ya bajaroka Çemankê ya Başûrê Kurdistanê daxuyaniyek da û got: “Hêzên me ti êrîşek pêk neaniye.”

HPG’ê derbarê mijarê de ev agahî parve kir;

“Di hin nûçe û daxuyaniyan ku li ser hin organên medyayê hatiye parvekirin, tê gotin 4’ê Mijdara 2020’an di buyera li nêzî gundê Bêbadê ya li ser Çemankê hêzên me êrîş kirine. Ev nûçe û daxuyanî rastiyê nabêjin.

Hêzên me ti êrîş pêk neanîne. Ji du baskan ve bi şêwaza operasyonê ketine nav kampa ku hêzên me lê ne. Rûdan bi vî rengî ye. Ji ber rûdaneke wiha em xemgîn in. Bi daxuyanî û hişyariyên beriya niha ji bo rûdanên wiha pêk neyên me bang kiribû û hişyarî dabû. Em dubare dikin ku operasyonên li ser cihên ku kampên me lê ne rawestin û hemû pirsgirêkên xwe bi rêya diyalogê çareser bikin.”

Back to top button