Çeteyên dewleta Tirk a dagirker li navçeya Raco ya kantona Efrînê 4 sivîl revandin.
Çavkaniyekî ji navçeyê Raco ji ANHA’yê re piştrast kir ku çeteyên dewleta Tirk a dagirker 4 sivîlên ji gundê Bedîna yê navçeya Racoyê, revandin.
Li gorî çavkanî, kesên hatine revandin ev in;
Hisên Ehmed Elî, Omer Mûrad, Selah El-Dîn Henan Sêntor û Mihemed Mistefa.
Çeteyan kesên ku revandine birine cihekî ne diyar.