Serdanên endama Parlamentoya Ewropayê Hannah Newman li herêmê dewam dikin îro jî bi saziyên jinan ên Bakur û Rojhilatê Sûrî re civiya.
Di vê çarçoveyê de, Hannah Newman serdana du saziyên jinê yên Bakur û Rojhilatê Sûrî kirin.
Hannah Newman destpêkê serdana Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir û bi endamên wê re civînek lidarxist.
Endama Koordînasyona Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûrî Jiyan Hisên der barê civînê de axivî.
Jiyan Hisên anî ziman ku serdan ji bo naskirina meclisê û çawaniya danûstandina meclisê bi jinê re pêk hat.
Her wiha Hannah Newman serdana navenda Lêkolîn û Parastina Mafên Jinê jî kir û bi wan re civiya.
Di civînê de sûc û binpêkirinê ku li herêmên dagirkirî tên kirin û hatine belge kirin hatin nîqaşkirin.
Hannah Newman, 5’ê vê mehê serdana Bakur û Rojhilatê Sûrî kir û bi rayedarên Rêveberiya Xweser re û QSD’ê re hevdîtin pêk anîn.