Li Silêmaniyê li dijî şerê navxweyî çalakî hate kirin

Li Silêmaniyê hejmarek ji nûnerên aliyên siyasî, rêxistinên civaka sivîl û kesayetên bajêr li dijî hewildanên lidarxistina şerê navxweyî kombûn.

Di saetên êvarê de ji aliyê Desteya Destpêşxeriya Konferansa Nîştimanî ve li ber Baxê Giştî yê Silêmaniyê çalakiyek li dijî hewildanên lidarxistina şerê navxweyî hate lidarxistin.

Di çalakiyê de hejmarek ji nûnerên aliyên siyasî, rêxistinên civaka sivîl, kesayet û çalakvanan tevil bûn. Di çalakiyê de pankartên ku li ser nivîsandibûn; “Garantiya hebûna me di yekgirtinê de ye”, “Heta kengî şerê birakujî? Hatin hildan.

Di destpêka çalakiyê de Hunermend Necim Mihemed li dijî şerê navxweyî stranek got û piştre ji aliyê Endamê Desteya Destpêşxeriya Konferansa Nîştimanî Simko Reşîd ve daxuyaniyek hate xwendin.

Di daxuyaniyê de hate gotin, “Em xistina tevgerê ya hêzên leşkerî û avakirina zemînê şerê navxweyî şermezar dikin. Gelê Kurd daxwaza yekrêzî, aşitî û yekîtiya netewî dike. Dîrokê jî vê yekê piştrastkiriye ku garantiya hebûn û serkeftinê tenê yekîtiye.”

Piştre li ser navê Hizba Şue ya Kurdistanê, Hizba Zehmetkêşên Kurdistanê, Tevgera Azadî, Tora Rêxistina Silêmanî û Komeleya Afretên Kurdistanê peyam hatin dayîn.

Di peyaman de rexne li siyaseta PDK’ê hate kirin û hate gotin divê hemû partiyên Kurdistanî li dijî hewildanên lidarxistina şerê navxweyî helwest nîşandin. Divê yekîtiya netewî were avakirin û destûr nedin carek din şerê nava Kurdan derkeve.

Back to top button