Balafireke bêpîlot çepereke çeteyên dewleta Tirk li başûrê Idlibê bombebaran kir

Îro balafireke nenaskirî ya bêpîlot nuqteyeke çeteyên Tehrîr El-Şem li başûrê bajarê Idlibê bombebaran kir.

Çavdêriya Sûrî ya Mafê Mirovan ragihand ku balafireke bêpîlot nuqteyeke çeteyên Tehrîr El-Şem li herêmê Sercê ya Idlibê bombebaran kir.

Li gorî çavdêriyê di encama bombebaranê de, ji nava çeteyên ku hatine kuştin de, çeteyên biyanî jî hebûn.

Balafirên Rûsyayê gundewarên Cebel El-Zawiyê topbaran kir

Vê sibehê jî bi giranî balafirên şer ên Rûsyayê Firkiya, Sercê û Beyîn ên Cebel El-Zawiyê li başûrê Idlibê bombebaran kirin.

Çavdêriya Sûrî ya Mafê Mirovan diyar kir ku duh di êrîşên hêzên hikumeta Şamê li ser bajar Erîhayê, zarokek hat kuştin.

Back to top button