Wezîrê Fransî ji bo Îslamiyên tundraw ji welat derxîne li Tunisê ye

Fransa ji bo vegerandina Îslamiyên tundraw ji welatên wan re ketiye nav tevgerê.

Wezîrê Hindirîn yê Fransa Gerald Darmanîn ji bo vegerandina kesên tudraw yên Îslamî dest bi danustandinan kir.

Danustandinên despêkê jî li welatê bakurê Efrîqa Tunisê pêk anî.

Wezîrê Hindirîn yê Fransî bi hempîşeyê xwe yê Tunisî Tuwfîq Şeref el-Dîn jî re civiya.

Aliyan piştî civîna girtî ji çapemeniyê re, derketin pêşberî rojnamevanan û axivîn.

Tuwfîq Şeref el-Dîn jî diyar kir ku teror ne tişteke ku tenê welatek bikare li dijî wê şer bike û xebateke giştî pêwist dike.

Darmanîn jî ji ber hevkariya Tunisê keyfxweşiya xwe anî ziman.

Tê payîn ku piştî Tunusê wezîrê Fransî serdana Cezayîrê bike.

Hefteya derbasûyî di êrîşa li Nice ya Fransayê ku êrîşkarek Tunisî pêk anî bû de, 3 kesan jiyana xwe ji dest dabû.

Ji sedî 70 kesên ku berbi tundiyê ve diçin ji 4 welatanin.

Ji 231 kesî 70 Tunusî, Cezayîr, Fas û Rûsî ne.

Ji ber vê yekê wezîrê Fransî dixwaze serdana Rûsya jî bike.

Back to top button