Li Danîmarka ji ber Corona wê 1 milyon vîson werin kuştin

Bi hinceta vîrûsê zu belav dikin, li Danîmarka wê 1 milyon lawirên vîson bi komî werin kuştin.

Lawirên Vîson ji bo kurkên wan têne xwedîkirin.

Ev yek jî herî zêde li Ewropa tê dîtin.

Li ser mijarê daxuyaniya despêkê ji aliyê Wezîrê Derdor û Zadê Mogens Jensen ve hate dayîn.

Mogens Jensen diyar kir ku li 41 cihên xwedîkirina vîsûnan hatiye dîtin.

Her wiha dibe ku 20 cihên din jî vîrûs lê hebe.

Jensen li ser vê yekê daxuyakirin ku ewê bi awayekî komî van Vîsonan bikujin.

Di encama lêkolînê de hatibû dîtin ku vîrûsa ku xwe di vîsonan de guhertî, dikare derbasî mirovan jî bibe.

Li Danîmarka biqasî 15 milyon vîson hene.

Kuştina van hemûyan jî wê biqasî 795 hezar û 212 miyon dolar zererê li welat bike.

Li Îspanya jî di meha Gulanê de bi heman sedeman 93 hezar vîzon hatibûn kuştin.

Back to top button