Piştî bidestxistina 290 delegeyan Jeo Biden bû serokê Amerîka

Dezgehên ragihandinê yên Amerîka ragihandin ku li gorî encamên eyaleta Penselvaniya, Joe Biden dibe serokê 46’ê yê Amerîka.

Televizyona CNN û rojnameya The New York Times ragihandin ku berbijêrê Demokratan Joe Biden bi saya dengên eyaleta Penselvaniya weke serokê Amerîka tê hilbijartin.

Biden bi serkeftina xwe li Penselvaniya û Nîvada 290 delegeyan bi dest dixe.

Televizyona CNN û Ajansa Nûçeyan a Associated Press (AP), li ser malperên xwe ragihandin Jeo Biden hatiye hilbijartin û bûye Serokê 46’ê yê Amerîkayê.

Bi vê boneyê wezîrên karên derve yê Almanya, Îtalya, Spanya û Birîtanya Biden pîroz kir.

Bîden li ser twîtterê got, “Ez ji Emerîkayê serbilind im ku ji bo seroktiyê we ez hilbijartim. Peywirên li pêş me, wê zehmet be lê ez vê sozê didim we, hemû Emerîkayê çi yên deng dane min û çi jî yên nedane min, ez ê bibim serokê we hemûyan.”

Tê payîn ku Biden wê derbarê serkeftina di hilbijartinan de axaftinekê pêşkêş bike.

Back to top button