Jinên Başûr diyar kirin ku PDK’ê azadiya jinê naxwaze û ji têkoşîna jina ditirse.
Jinan destnîşan kir ku Sîstema hevserokatî sîstemek serkeftiye û li gelek welatan ev sîstem tê birêvebirin.
Jinan da zanîn ku PDK azadiya jinan naxwaze, hewil dide hişmendiya regezperestî bimîne, xwedî hişmendiya kevnepereste nikare xwe nû bike û hevsengiya rêgezî bipejirîne
Li gorî jinên Başûr, PDK di warê siyasî de li ser asta navxweyî û navnetewî de di qonaxek gelek xirab de derbas dibe û bo çareserkirina pirsgirêkên civakê jin xwedî rolek giringe.
Jinên Başûr di dawiyê de, teqez kirin ku divê jin li hemberî van êriş û heqaretên tên kirin bêdeng nemînin.