Hêzên hikumeta Şamê careke din dest bi topbarankirira başûrê Idlibê kir.
Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku îro serê vê sibehê hêzên hikumetê bi mûşekan bajarên Filêfil, El-Fitêra, Sifûhin û derdora el-Bara yên başûrê Idlibê topbaran kir.
Çavdêriyê her wiha diyar kir ku çeteyên dewleta Tirk jî nuqtêyên hikumeta Şamê l Cebel El-Zawiyê armanc kirin.
Jixwe duh jî,di encamê êrîşeke palefirên bêpîlot li ser nuqteyeke çeteyan li başûrê Idlibê, 7 çete hatin kuştin û zirarên madî jî çêbûn.