Cara yekemîn li kêleka Asayîşa Êzîdxanê Asayîşa Jinan jî hat avakirin û bi hevbaşî li gel Asayîşa Êzidîxanê li Xanesorê dest bi parastinê kirin.
Ji bo bersiva her êrîşeke derve û hundir were dayîn Asayîşa Jinên Êzidî li Şengalê hate avakirin.
Asayîşa Jinên Êzid dest bi pêngava xwe ya yekem kirin û li kêleka Asayîşa Êzîdxanê de cihê xwe girtin.
Di derbarê parastina hundir de endama Asayîşa Jinên Êzidî Suad Kirêt axivî û got:
“Em pir kêf xweşin, ji ber ku gelê me bi me ser bilinde.
Ji ber em bi hevbaşî parastinê dikin. Ev yek jî aramiyê belav dike.
Her wiha endama Asayişê Xalîde Xêro jî got:
“Cihê kêfxweşiyê ye ji bo me û ji bo tevahî gelê Êzidî.
Me zêde Asayîşa Jinê berfireh nekiriye.
Lê dîsa jî me karîbû em aramiyê li dilê gelê xwe de çêkin, taybet gelê Xanesorê.