Di operasyoneke QSD’ê ya li dijî şaneyên DAIŞ’ê li gundewarên Dêra Zorê, 5 çete hatin girtin.
Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) îro vê sibehê li gundewarên rojhilata Dêrazorê li dijî şaneyên çeteyên DAIŞ`ê operasyonek pêk anî.
Di encamê operasyonê de, 5 çeteyên DAIŞ hatin girtin.
Fermandarekî ji Hêzên Sûriya Demokratîk diyar kir ku şaneya ku hate girtin bi suîqast û êrişên li dijî şêniyên herêmên rabûye, nexasim êrişên bi motorsîklêtan pêk dianîn.
Jixwe, ev demeke li gundewarên rojhilatê Dêrazorê tevgera şaneyên DAIŞ’ê, her wiha şaneyên girêdayî îstixbarata hikumeta Şamê û yên girêdayî dewleta Tirk a dagirker, zêde bûne.