Partiyên Kurdî bangê li PDK’ê dikin ku dest ji vê siyaseta xwe ya qirêj berde

Li dijî siyaseta PDK’ê ya ku li herêmê dimeşîne, bertek û nerazîbûn zêde dibin. Endamê Serkirdayetiya Pariya Şûî Ebo Tara û Endamê Berê yê Meclîsa Navendî ya YNK’ê Îbrahîm Celal di vê derbarê de bang li PDK û PKK kir ku digel hev rûnin û bi diyalogê aloziya rûdayî çareser bikin.

Endamê Serkirdayetiya Partiya Şue ya Kurdistanê a başûrê Kurdistanê Ebo Tara da xuyakirin ku şerê birakujiyê ji bilî êşê, tiştekî bi xwe re nayîne.

Divê partiyên siyasî yên Kurdistanî temamkerê hev bin û ji ber fişarên Tirkiye û Îranê, dijbertiya hev nekin.

Ebo Tara diyar kir ku partiya Şûî bi tundî li dijî vî şerê navxweyî ye û got:

“Divê hemû hêzên têkoşer hemwextî ku Tirkiye êrîşî Başûr dike, li hev rûnin û bi diyalogê pirsgirêkan çareser bikin.

Em dibêjin: “Na bo hevkuştin û wêrankariyê.”

Nivîskar û Endamê Berê yê Meclîsa Navendî ya YNK’ê Îbrahîm Celal jî da zanîn ku PDK dixwaze bi rêya parlamena Başûr, rewatiyê bide şerê li dijî PKK’ê û wiha anî zimên:

“YNK, vê yekê napejirînin.

YNK’ê berê ji PDK’ê re gotiye ku ew beşdarî ti şerê birakujiyê nabe.

Pêşmerge naxwazin şer bikin.

Mesûd Barzanî di jiyana xwe de, ti demê nekariye bibe xwedî stratejiyeke diyarker.

Barzanî li aliyekî diçe Mexmûrê spasiya gerîla dike, niha jî dibêje PKK’ê ev herêm dagir kiriye.”

Îbrahîm Celal destnîşan kir ku PDK raziye Kerkûkê jî bifiroşe Tirkiyê, tenê da ku peywendiyên wê digel dewleta Tirk qur nebin.

Back to top button