Şêniyên Qamişlo bi çalakiyekê kirinên PDK’ê şermezar kir

Çalakiyên li dijî kiryarên PDK’ê yên li Başûrê Kurdistanê li bakur û rojhilatê Sûrî jî dewam dikin.

Îro bi sedan şêniyên Qamişlo daketin qadan û kiryarên PDK’ê şermezar kirin.

Kongreya Star li Kobanê û Yekitiya Rewşenbîran a Efrîn û Şehbayê jî bi daxuyaniyên cuda diyar kirin ku PDK’ê bûye lîstikek di destê dewleta Tirk de.

Ji bo şermezarkirina kiryarên PDK’ê yên li Başûrê Kurdistanê şêniyên Rojavayê Kurdistanê li Qamişlo meşek li dar xistin.

Meş li ber geraca Sîna ya bajêr hat li darxistin.

Kesên ku tevli meşê bûn diyar kirin ku divê malbata Barzanî dev ji vê îxanetê û hevkariya bi Erdogan re berde.

Kongra Star: PDK’ê bûye lîstikek di destê dewleta Tirk de

Bi heman armancê Kongreya Star li Kobanê daxuyaniyek da û siyaseta dijminahî ya PDK’ê ya li dijî tevgera azadiyê ya Kurdistanê şermezar kir.

Kongra Star anî ziman ”Di demekê de ku tevahî alî û partiyên kurdî li ser maseyê pirsgirêka kurdî giftûgo dikin, PDK’ê êrîşî doza Kurd dike.

Bi van kiryaran êdî PDK’ê bûye lîstikek di destê dewleta Tirk de û wan li gor daxwaz û berjewendiyên xwe bi kar tîne.

” Li hemberî komployên li dijî detkeftiyên şoreşê bibin yek”

Yekitiya Rewşenbîran a Efrîn û Şehbayê jî li Kampa Serdem daxuyaniyek da û kiryarên PDK’ê şermezar kir.

Yekîtiyê bang li gelê Kurd û partiyan kir ku li hemberî komployên li dijî destkeftiyên şoreşê bibin yek.

Back to top button