Rêveberiya Xweser qedexeya derketina derve 15 rojên din dirêj kir

Rêveberiya Xweser qedexeya derketina derve ya beşî 15 rojên din dirêj kir.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi biryara /185/ ragihand ku qedexeya derketina derve ya beşî 15 rojên din dirêj kir.

Li gorî biryara Rêveberiya Xweser:

-Qedexeya derketina derve ya beşê li tevahî herêmên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê 15 rojên din tê ferzkirin.

– Qedexe ji sibeha roja 9’ê vê mehê heta 23’ê mehê ye.

– Di dirêjahiyê dema qedexeyê de, ji bilî dikanên bazirganiyê, madeyên xwarin û zebzeyan ku heta saet 15:00’an vekirî dimînin, tevahî sûkên mezin tên girtin.

– Xwaringeh jî tenê ji bo pêkanîna daxwazên derve vekirî dimînin.

– Ji bilî (Minêja Înê û Yekşema pîroz) bi şertê girtina tedbîrên xweparastinê, tevhî cihên îbadetê tên girtin.

-Hemû kombûnên mezin (Dawetên li salonan, konê sersaxiyî, civîn û kongrê) qedexe ne.

Back to top button