Artêşa Tirk û çeteyê xwe gundên Minbicê topbaran kirin

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên xwe gundên rojhilatê bajarê Minbicê bi çekên giran topbaran kirin û li li derdora navçeya Til Temrê jî xendeqan dikole.

​​​​​​​​​​​Duh danê êvarî leşkerên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ji gundên Qîrata, Hoşeriyê û Catêyên yên bakurê û rojhilatê Minbicê topbaran kirin.

Nuqteyên hikûmeta Şamê yên li Girê Spî hatin topbaran kirin

Her wiha artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê nuqteyên hêzên hikumeta Şamê yên li gundê Qizelî yê rojavayê Girê Spî topbaran kirin.

Artêşa Tirk û çeteyên wê li derdora Til Temir xendekan dikolin

Her wiha hêzên dagirker li derdora navçeya Til Temrê xendeqan dikole, nuqte û hêza xwe xurt kirin û alên xwe li ser malên şêniyên ku bi darê zorê dane koçberkirin, bilind kirin.

Hêzên Rûsyayê yên li navçeya Til Temirê, tenê 2 km dûrî baregehên çeteyan ne, tevî sewqiyatên leşkerî û tevgera artêşa Tirk û çeteyên wê lê ti helwestê nîşan nadin.

Back to top button