Efrîn..dagirkeran du sivîl ji navçeyên Cindirêsê û Mabata revandin

Li Efrîna dagirkirî, çeteyên dewleta Tirk a dagirker, du sivîl ji navçeyên Cindirêsê û Mabata revandin. 

Malpera Afrinpost ragihand ku 5’ê Mijdarê, çeteyan şêniyê bi navê Ismet Cano (45) yê ji gundê Hebû yê navçeya Mabata revand.

Li gorî malperê, dema Ismet xizmekî xwe dibir nexweşxaniya Efrînê, li ser bendeke kontrolê yê çeteyan tev erebeyê wî hat revandin.

Di heman rojê de li navçeya Cindirêsê jî, çeteyan şêniyê bi navê Bedir Koto yê ji gundê Hemamê revand.

Malperê dabû zanîn ku meha Cotmeha derbasbûyî, dagirkeran li Efrîna dagirkirî 127 sivîl revandibûn.

Dagirkeran li ser şêiyên gnundê navçeya Raco bac ferz kirin

Her wiha li gorî Rêxistina Mafên mirovan li Efrînê ragihandî, li gundên navçeya Raco çeteyan li ser gundê Kêla 190, Cobana 50 û Zerka 125 teneke zeyt baç ferz kiriye.

Back to top button