Hannah Newman: Divê çareseriyk ji bo malbatê DAIŞ’ê li deverê bê kirin

Endama Parlamentoya Ewropayê; Hannah Newman teqez kir ku êrîşên dewleta Tirk li ser herêmê li dijî zagonên navdeweletî ne û nayê qebûl kirin.

Her wiha Hannah Newman balkişand li ser xeteriya çeteyên DAIŞ’ê yên kampa holê û bang li dewletên Ewropî kir ku çeteyên ku ji welatiyên wan e, vegerînin Ewropaye.

Endama Parlamentoya Ewropayê Hannah Newman serdanên xwe li herêmê dewam dike.

Hannah Newman ji televizyona mere axivî û diyar kir ku wan gelek gengeşe li ser DAIŞ’ê û malbatê wan yên li herêmê kirin û got:

“Ez dibêjim gereke em baldariyê bidin malbatê DAIŞ’ê yên ji Ewrûpayê û wan vergerînin welatê wan.

Lê ji ber ti pêşketin di warê siyasî de tunene ez hatime vêderê da ku agahiyên wan bibim û ji bo vegera wan zextê li welatê wan bikim.”

Hana Nîûman teqez kir ku êrîşên dewleta Tirk li ser herêmê li dijî zagonên navdeweletî ne û divê li dijî van êrîşan karek were kirin.

Endama parlamentoya Ewropayê balkişand li ser Rewşa kampa Holê û got:

“Rêveberiya kampa Holê her tiştê ku dikeve ser milê wê dike ji bo koçber xweş bijîn.

Lê bi giştî rewşa mirovahiyê zehmete, em weke Ewropî ev yek ji me tê xwestin ev ne pirsgirêka xelkên deverê ye.”

Di dawiyê de Endama berlemana Ewropî Hana Nîûman balkişand ser girtina deriyên sînorî yên weke Til Koçer ku zextê li dewletê Ewrupî bikin da ku alîkairyên mirovî derbasî deverê bibe.

Back to top button