Zêdeyî 1500 siyastemedar û rewşenbîran banga hestiyariyê kirin

Ji bo pêkanîna aştiyeke di navbera Kurdan de hezar û 500 rewşenbîr, nivîskar, hunermend û siyasetmedarên li her dera cîhanê bang kirin ku şerê navxweyî wê bobelatê, aştiya navxweyî jî wê azadiyê bîne.

Piştî êrîş û hewldanên provokasyonê ya ku PDK’ê xwest li Herêmên Parastinê yên Medyayê bike, hunermend, nivîskar, siyasetmedar, zanyar, akademîsyen û rewşenbîrên Kurd ketin nav hewldanan.

Înîsîyatîfa Ji bo Yekîtiya Neteweyî ya Kurdistanê bi slogana ‘Şerê navxweyî bobelatê, aştiya navxweyî jî wê azadiyê bîne’ kampanyayeke îmzeyan dabû destpêkirin.

Însyatifê îro di dahnê nîvro li ser înternetê civînek li dar xistin.

Ji gelek welatên dinyayê nêzî 40 kes tevlî vê civînê bûn û daxuyaniya nivîskî ya insyatîfê hate xwendin.

Di daxuyaniyê de ji bo aloziya li Başûrê Kurdistanê were bidawîkirin bang li PDK’ê hate kirin.

“Ji bo Kurd li welatên xwe mafê jiyîna bi azadî bi dest bixin, divê hemû partî, rêxistin û hêzên leşkerî li dora stratejî û armanceke hevpar werin ba hev. Em bang li partî û hêzên Kurdan dikin ku bila kêşeyên xwe bi diyalogê çareser bikin.

Gelekî eşkere ye ku wê şerê di navbera Kurdan de xizmeta dewleta Tirk û dijminên Kurdan bike.

Bi vî tiştî re tê xwestin ku siyaeeta Kurdan were tasfiyekirin û Kurd bêstatu bimînin.”

Di destpêka kampanyayê de 1506 Kurdên li welatên cihê dijîn piştgirî dan kampanyayê.

Akademîsyen, siyasetmedar, hunermend, nivîskar û rewşenbîran jî di nava kampayayê de cihê xwe girtin.

Piştî civîna çapemeniyê hemû axaftvanan bang li PDK’ê kirin ku bila bi hestiyarî tevbigerin.

Beşdarên ji Başûrê Kurdistanê diyar kirin ku ‘Ger şerekî wisa pêk were, wê gelê Başûr teqez piştgiriyê nede vî şerî’

Em hêzên Başûrê Kurdistanê divê li dijî vî şerî bixebitin.

Nûnerê Ewrûpa yê Partiya Azadî û Demokrasiyê ya Êzidiyan Hecî Hasan Bîsso bi bîr xist ku civaka Êzidî jî bi qirkirinê re rû bi rû maye û bal kişand li ser têkoşîna gêrîlayên PKK’ê yên ji bo parastina Êzidiyan.

Hecî Hasan Bîsso diyar kir ku pêwîst e gelê Başûrê Kurdistanê ji bo êrîş pêk neyên bikevin tevgerê û got,

“Ger ku KDP guh nede van bangan û xwîna Kurd bê rijandin, wê di nava Kurdan de êdî tu kes baweriya xwe bi wan neyne.”

Back to top button