Partiyên Bakurê Kurdistanî jî li dijî şerê navxweyî bertek nîşan da. Serokê Giştî yê Partiya Komînîst a Kurdistanê-KKP’ê Sînan Çîftyurek û Serokê Giştî yê Partiya Demokrata Kurdistanê-Tirkiye (PDK-T) Mehmet Emîn Kardaş li dijî şerê navxweyî derketin û diyar kir ku ev şer wê hemû Kurdan bide wendakirin û bang li aliyan kir ku şer rawestînin.
Serokê Giştî yê Partiya Komînîst a Kurdistanê-KKP’ê Sînan Çîftyurek û Serokê Giştî yê Partiya Demokrata Kurdistanê-Tirkiye (PDK-T) Mehmet Emîn Kardaş, li dijî egera şerê navxweyî û helwesta Barzanî axivîn.
Serokê KKP’ê Sînan Çîftyurek, xwest ku di rojên pêş de, li ser geşedanên di nava siyaseta Kurdan de, şandeyeke berfireh ji hunermend, aqilmend, serokên êşîr, seyda û dayîkan were avakirin û serdana Barzanî bikin.
Sînan Çîftyurek: Şerê navxweyî wê destketiyên 30 salan têk bibe
Çîftyurek, dibîne ku eger li Başûrê Kurdistanê şerekî navxweyî biqewime, wê destketiyên 30 salan têk biçe, li Başûr û li Rojava jî wê ji bo Kurdan windahiyeke mezin çêbibe.
Çîtfyurek, destê Tirkiyê di vî şerê de dibîne û li gorî wî divê aliyên Kurdî baş baldar bin û neyên vê lîstikê.
Serokê PDK-T’: Divê Mesûd Barzanî xwedî soza xwe be û nehêle şer derkeve
Têkildarî heman mijarê Serokê Giştî yê PDK-T’yê Mehmet Emîn Kardaş jî berteka xwe nîşan da, ku ti aloziya di nava hêz, partî û serokên Kurdan de napejirînin.
Kardaş, bang li aliyan kir ku rê nedin şerê birakujiyê û her wiha ji Mesûd Barzanî xwest ku li pey gotina xwe ya “Ez nahêlim birakujî di nava Kurdan de rû bide” be û Kurdan bi Kurdan nede kuştin.