Reqa..belavkirina madeyên çandiniyê dest pê kir

Şîrketa Pêşxistina Civaka Çandiniyê ya Reqayê dest bi belavkirina madeyên çandiniyê kir. 

Komîteya Çandiniyê ji 15’ê Cotmeha borî de deriyê dayîna rêdanan ji cotkaran re vekir.

Dayîna rêdanan bi hevkariya koperatîfên cotkaran û Şîrketa Pêşxistina Civaka Çandiniyê ya Reqayê pêk hat.

Endamê Komîteya Çandinî û Avê Emar Salih piştrast kir ku komîte hewl dide beşa çandiniyê bi pêş bixe, cotkaran teşwîq bike da ku rûberên fireh ên zeviyan biçînin û aboriya herêmê geş bibe.

Ji bo belavkirina madeyên çandiniyê yên piştevan jî, Rêveberiya Xweser 13 navend li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê diyar kirine.

Back to top button