Li Tûnisê diyaloga siyasî ya Lîbyayê dest pê kir

Îro bi pêşengiya NY’yê li Tûnisê civînên diyaloga siyasî ya Lîbyayê ji bo nîqaşên li ser avakirina hikumeta yekitiya nîştimanî dest pê kirin.

70 nûnerên hemû hêzên siyasî û civakî yên Lîbayayê wê beşdarî diyalogê bibin.

Nûnerên Meclisa Parlamenteran a Tubriqê û Meclisa Bilind a Dewletê ya Terablusê, behsa derfetên serkeftina diyaloga siyasî ya Lîbyayê kiribû.

Piştî destpêkirina diyaloga siyasî, çeteyên hikumeta Wîfaqê rêbaza birêvebirina diyaloga siyasî red kir.

Di vê çarçoveyê de, “Hêzên Parastina Terablusê” ên girêdayî Wîfaqê, bang li hêzên ewlehî û leşkerî û welatiyên Lîbî kir ku civînên awarte li dar bixin û bi xwepêşandanan diyaloga siyasî red bikin.

Back to top button