Zavayê Erdogan “Albayrak” ku Wezîrê Aboriya Tirkiyê ye îstîfa kir

Polîtîkayên şer ên desthilatdariya AKP-MHP’ê Tirkiyê roj bi roj ji aliyê aborî siyasî û civakî ve têk dibe.
Duh Zavê Erdogan di heman wextê de Wezîrê Aboriya Tirkiyê Berat Albayrak îstîfakir.
Dema ku Berat Albayrak erk girt dolar 3 hezar û nîv lîreyê Tirkiyê bû niha nêzê 9 hezar bûye.

Ji ber polîtîkayên şer yên desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê dewleta Tirk ji aliyê aborî, siyasî û civakî de têk diçe.

Erdogan ji bo pêşî li ruxandina xwe ya aborî bigire, berî 14 mehan, destwerdana Bankaya Navendî ya Komara Tirkiyê kir û serokê wî ji erk girt.

Bi îdaya ku wê rewşa aborî baş bike, zilameke girêdayî xwe bi cih kir.

Ev destwerdana Erdogan, xweserbûna Banka Navendî ya Tirkiyê ji holê rakir.

Lê piştî 6 mehan, Erdogan Murat Uysal’ê erkdar kir û ew jî nebû çare.

Beriya çend rojan, Erdogan wezîrê berê yê Aboriyê Nacî Agbal dewsa Murat Uysal ji bo Banka Navendî ya Tirkiyê erkdar kir.

Lê duh li Tirkiyê rewşeke sosret qewimî.

Zavê Erdogan Berat Albayrak ku di heman demê de wezîrê aborî û darayî ye, li ser hesabê xwe yê Instegramê îstîfaya xwe ragihand.

Lê kes nizane gelo wî ji ber zextê muxaleftê ji erka xwe îstîfa kiriye an jî Erdogan wî ji erk girtiye..

Ji ber ragihandina Tirkiyê taybet jî ya girêdayî Erdogan, heta niha derbarê mijarê de bêdeng in.

Lê li ser malperên civakî îdayên weke;

Tevî ku Albayrak nedixwast Nacî Agbal bibe serokê banka Navendî ya Tirkiyê, ji ber gotina wî li erdê xistine, wî îstîfa kiriye.

Ya din jî îdaya ku herî nêzî rastiyê ye ji ber Albayrak di polîtîkayên xwe yên aboriyê de Tirkiyê anî ber ruxandinê îstîfa kiriye.

Ev pênc sal in, Zavê Erdogan wek wezîrê Aboriyê li ser Aboriya Tirkiyê disekine, dema hat ser erk, her dolarek 3500 lîreyê Tirkiyê bû û niha nêzî 9 hezarî bûye.

Bi giştî civaka Tirkiyê û partiyên siyasî taybet jî muxaleft di wê baweriyê de ne ku bi vê pergala ku desthlata AKP-MHP’ li Tirkiyê ava kirine, wê Tirkiyê ji krêzên aborî û siyasî rizgar neke û ne kesayet, divê pergal were guhertin.

Back to top button