Li Efxanistanê..17 çekdarên Talîbanê hatin kuştin

Li bajarên Beglan û Belex ên Efganistanê 17 endamên tevgera Talîban hatin kuştin. 

Wezareta Parastinê ya Efganistanê îro bi daxuyaniyekê ragihand ku di encama êrîşa asmanî ya hêzên artêşa Efgansitanê de, li herêma Beglan herî kêm 8 endamên Talîbanê hatin kuştin.

Di daxuyaniyê de, hate ragihandin ku êrîş li dijî endamên Talîbanê yên ku êrîşî nuqteyên artêşê dikirin, pêk hatiye.

Li gorî daxuyaniyeke din a wezaretê, li herêma Zarî ya kantona Belex 9 endamên Talîbanê hatin kuştin.

Ji aliyekî din ve jî kanala Tilûi News a Efganistanê ya ku agahiyên xwe dispêrê rayedarên herêmî, ragihand ku li Qendeharê di encama teqîna erebeyeke bombebarkirî de herî kêm 23 kes birîndar bûne.

Teqîn di derengiya şevê de çêbûye û di nava birîndaran de, 10 sivîl hene.

Back to top button