Biden û Harris ji bo aborî û siyaseta derve hin nav xistine plansaziya xwe

Serokê Amerîkayê yê hilbijartî Joe Biden û cîgira xwe Kamala Harris, hin nav ji bo geşkirina aboriyê û wezîrtiya Xezîneya Amerîkî xistine plansaziya xwe.

Ji wan navan, endama Meclisa Komarparêzên Yedek a Yekgirtî Lael Brainard û wekîla berê ya Wezareta Xezîneyê Sarah Bloom Raskin, di plansaziyê de ne.

Tê payîn, meha bê Senato erê bike ku Biden wezîreke Xezîneyê bibijêre.

Ji bo wezareta karên derve jî, Susan Rice û Michèle Flournoy, xurtirîn namzet in ku vî cihî bigirin.

Back to top button