“EM JI BO GREVÊN BIRÇÎBÛNÊ BI RAYEDARÊN TIRKIYÊ KETINE NAVA DIYALOGAN”

Sekreterê Rêveberiya Komîteya CPT’î Rêgit Brillat têkilîdarî çalakiyên grevên birçîbûnê bersivên zelal neda û got,

Wan bi rayedarên Tirk re ‘diyalogeke çalak’ danîne.

Mustafa Temîzkan, kurê Leyla Guven ji bo rewşa dayîka xwe xwest sekreterê giştî yê ji rêveberiya CPT’yê Rêgit Brillat bibîne.

Temîzkan diyar kir ku rewşa Leyla Guven, girtiyên siyasî û berxwedêrên din ên Kurd krîtîk e û xwest ku bi navê malbatên çalakgerên greva birçîbûnê bi rayedarên CPT re rûnin.

Brillat bi rêya email bersiv da Temîzkan û got:

CPT bi saziyên Tirk re di nav danûstandineke aktîf de ye; û diyar kir ku di vê çarçoveyê de li ser navê çalakgerên greva birçîbûnê yên li Strasboûrgê û deverên din fikarên heyî tên şîrovekirin.”

Di emailê de nehatiye gotin ka danûstandineke çawa heye, encameke çawa hatiye standin, an jî CPT’yê serdana Îmraliyê kiriye yan na.

Leave a Reply

Back to top button