Di êrîşa li ser Şengalê de sîvîlek şehîd bû

Duh şev dewleta Tirk a dagirker careke din êrîş bire ser Şengalê.
Hêzên Nesir El Mubîn ragihandinku di êrîşa duh şev ya li ser şengalê de sîvîlek ku ji bo bîra avê karê sondajê dikir şehîd bû û şervanekî wan ê li ber herêmê bû birîndar bû.
Hêzên Nesir El Bubîn diyar kir ev êriş rasterast ji aliyê MÎT a Tirk û PDK’ê ve hatiye kirin û êriş dewama lihevkirina 9’ê Cotmehê ye.

Balafirên Dewleta Tirk a dagirker duh êvarê dîsa bajarokê Sinûnê yê Şengalê bombebaran kir. Di bomebaranê de wesayîta hêzên “Nesr El Mûbîn” hat hedefgirtin.

Derbarê êrîşê de Hêzên Yekemîn Serketî yê Şengalê-Nesir El Mubîn daxuyaniyek weşand.

Hêzên Nesir El Mubîn ragihandin ku di êrîşa doh êvarê ya li ser şengalê de sîvîlek ku ji bo bîra avê karê sondajê dikir şehîd bû û şervanekî wan jî birîndar bû.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku ev êrîş rasterast ji aliyê MÎT û PDK’ê ve hatiye kirin; berdewamiya êrîşên 9’ê cotmehê ye.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku armanc ji van êrişan şikandina îradeya gelê herêmê ye û bi vê yekê re amadekarî ji fermaneke din re tê kirin.

“Bes bibe dostê dijmin, bes bibe dijminê gelê Şengalê”

Hêzên Nesir El Mubîn di daxuyaniyê de diyar kir ku heta niha ji ber îstîhbarata PDK’ê 20 şervanên hêzên Şengalê şehîd ketine, lê wan ev yek heta niha nekirine sedema şer û bang li PDK’ê kir ku dest ji şer û pilanên xwe yên komploger berde.
Hat gotin, ji vir û şûn de PDK di dijminahiya xwe de israr û berdewam bike ewê bê deng nemînin.

Şêniyên Şengalê duh piştî êrîşê bertek helwesta PDK, Bexdayê ya li dijî êrîşan dan ê diyar kirin ku ev êrîş wê xelkê şengalê netirsîne.

Back to top button