
Êrîşên dewleta Tirk a dagirker li ser herêmê dewam dikin.
Artêşa Tirk dagirker û çeteyên wê gundên bakurê rojavayê navçeya Zirganê bi dijwarî topbaran kirin.
Li aliyê din, ji seatên sibê ve, dewleta Tirk a dagirker baregehên xwe yên li hemberî gundên rojavayê Dirbêsiyê xurt dike.
Êrîşên dewleta Tirk a dagiker û çeteyên wê yên li ser bakur û rojhilatê Sûriyê bê navber dewam dikin. Her carê jî sivîl dibin hedefa van êrîşan.
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên Sefa û Bisîs ên dikevin bakurê rojavayê navçeya Zirganê bi hawan û obusan topbaran kirin.
Heta niha têkildarî ziyanên topbaranê agahî nehatin e bidestxistin.
Dewleta Tirk baregehên xwe yên li hemberî Dirbêsiyê xurt dike
Li aliyê din dewleta Tirk a dagirker ji sibê ve, baregeha xwe ya li hemberî gundê Çitliyê yê li rojavayê navçeya Dirbêsiyê, xurt dike.
Dewleta Tirk dest bi avakirina noqteyên nû li ser sînor kiriye û 5 parçeyên ji dîwarê çîmento rakirin e.
Her wiha li derdora noqteyên xwe jî xendekan dikole.
Çavkaniyekî leşkerî li herêmê ragihand ku artêşa Tirk a dagirker bi şev gelek dewriyeyan pêk tîne.
Berî 2 rojan jî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên xwe gundên rojhilatê bajarê Minbicê bi çekên giran topbaran kirin û li derdora navçeya Til Temrê jî xendeq kolandin.